BOZO -Çîrokeke Fantastîk- Hin çîrok hene ku, berî bên nivîsandin demeke dirêj li ser dil mîna çûkeke biçûk a li hêlînê benda firê maye, dipên. Tova vê pirtûkê bi vî rengî hat çandin. Di êvarên bêdeng yên zarokatîya min de, çîrokên biçûk bi dengên nizm dihatin gohdar kirin; peyra pisîkên rindik li quncikên germ ên mala me digeriyan, gayên kedkar ên bi sebir li zeviyan vedigerîyan, gamêşên bihêz ên bi barê xwe hildikişiyan ser giran û ajalên kovî ên herêma Serhedê xweberê dadiketin jêrê. Ew hemû bi saya wan çîrokan di hundirê min de mezin bûn. Van çîrokan ez pêda pêda fêrî hezkirina xweza û ajalan, têgihîştina hest û ramanên rihberên din, dilsozî û dostanîyên bêdeng kirin. Dem derbas bû, demsal guherîn, salên zarokatîya min winda bûn; lê şopên wan vegotinan qet winda nebûn, berevajî di hiş, bîr û ramana min de bêtir xurt bûn. Her çend ez di jiyanê de bi rêyên cûda çûm, min berê xwe da welatên xerîb jî, ew çîrok û lehengên wan, hebûna wan a bêdeng bi min re timê bûn rêheval. Ev pirtûk şahidiya wê rêwîtîyê, wê hevaltiyê û wan bîranînan dike. Hevokên dê di van rûpelan de bên xwendin ne tenê çîrok in; ew heman demê de mîrateya di dil, hiş û bîra zarokekî de maye ye, li alîyekî jî deynê stû yê nifşên pêşerojê ye ku piştî gelek salan hindê veguheriye peyvan. Ger hûn dema xwendina vê pirtûkê, ji bo demekê bêhna erdê welêt hildin, bi nêrina ajalekî li mirovan binihêrin, an jî dengekî nas ji paşeroja xwe bibihîzin, ez dê bizanibim ku ev rêwîtî gêhiştîye armanca xwe. M. Emîn Stêrk
Raf ilerlemesi
BOZO
M. Emîn STÊRK
Tüm yorumlar
0Bu cilt için henüz görünür yorum yok.
Puanın